Polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk: Kekê wî hat binçavkirin 2017-11-24 19:32:20       AMED – Polisan avêt ser mala malbata Çekwar Çûbûk ku di dema qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest dabû. Di avêtina ser malê de kekê Çekwar Çûbûk hat binçavkirin. Li semta Hûzûrevlerî ya Amedê polîsan avêt ser mala Çekwar Çûbûk ê di dema qedexeya derketina derve ya li Sûra Amedê birîndar bû û 5 saeta li erdê xwîn jê çû û jiyana xwe ji dest da. Di avêtina ser malê de kekê Çekwar Çûbûk Çekdar Çûbûk (21) hat binçavkirin. Her wiha xwişka wî Zehra Çûbûk (24) û birayê wî Azad Çûbûk (15) jî hatin derbkirin. Nehat hînbûn ka ji bo çi Çûbûk hatiye binçavkirin û her wiha hat diyarkirin ku wî birina Şaxa TEM’ê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê. Çend roj berê polîsan kêlika gora Çekwar Çûbûk a li Goristana Asrî ya Yenîkoyê guherdandibû û malbatê bi hinceta di nasnameyê de navê wî “Çekwar” e ji nû ve kelik bi cih kiribû.