Di qezayên trafîkê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan 2019-08-10 21:35:05     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji roja ku betlaneya Cejna Qûrbanê dest pê kir û vir ve, di qezayên trafîkê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 76 kes jî birîndar bûn.    Ji roja ku betlaneya Cejna Qûrbanê dest pê kir û vir ve, gelek qezayên trafîkê rû dan. Li Erzîncan, Riha, Antalya, Denîzlî, Karabuk, Uşak, Manîsa, Kutahya, Edîrne, Yozgat, Mûgla, Eskîşehîr, Sakarya, Aksaray, Balikesîr, Bolû û li tevahiya Tirkiyeyê qeza rû dan û di qezayên rû dan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 76 kes jî birîndar bûn.