ÎHD: Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş serbest berdin 2019-08-10 16:03:29   STENBOL - Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 385’an a çalakiya "Rûniştina F" de bal kişand ser girtiyê nexweş Ergin Aktaş û xwestin hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.    Komîsyona  Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 385’an a çalakiya "Rûniştina F" de  xwestin dîsa li Qada Galatasarayê kom bibin û daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê dîsa polîsan parazvanên mafên mirovan asteng kirin û destûr nedan ku daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Komîsyonê piştî astengiya polîsan li pêş Şaxa ÎHD'ê ya li Taksimê daxuyanî dan çapemeniyê. Komîsyonê di çalakiyê de wêneyên girtiyên nexweş yên xwestin serbest bên berdan rakirin û pankarta “Mafê tedawiyê nayê asteng kirin" û "Bila Ergin Aktaş serbest bê berdan" vekirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Hatîce Onaran bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Ergin Aktaş û xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.    Onaran, anî ziman ku Aktaş di sibata 2011’an de li Bazîdê hat binçavkirin û piştî demekê hat girtin û wiha got: "Piştî Aktaş hat darizandin cezayê muebetê lê birîn. Destê Aktaş ê rastê ji inîşkê ve tune ye. Destê wî yê dastê jî zendê ve tune ye. Girtiyekî astengdar e. Piştî Aktaş girtin sewqî gelek girtîgehên cuda kirin. Ji 12'ê Adara 2019'an û şûnde  sewqî Girtîgeha Tîpa L a Hêjmar 9 a Silivrî kirin. Piştî OHAL îlan kirin birin Girtîgeha Tîpa R a Menemen ê. Aktaş li wir rastî pêkanînên li dijî mirovahiyê hat. Bi tena serê xwe du hucreya yek kesî de hatiye hiştin. Ji ber bêhna Kanalizasyonê nekariye xwarin bixwe. Ava germ nedan wî. Di zivistanê de neçar ma bi ava sar serê xwe bişo. Ji ber şertên giran nexweşiya KOAH'ê lê giran bûye. Dema sewqî hucerya 3 kesan kirin jî girtiyên li tenişta wî jî girtiyên nexweş bûn û nikaribûn alîkariya wî bikin." Onaran, herî dawî xwest Aktaş û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.    Parêzera Ergin Aktaş Guluzar Tuncer jî anî ziman knu li gel rapora ATK'ê jî Aktaş naye berdan û ev yek li dijî hiquqê ye. Tuncer, Xwest muwekilê wê Aktaş serbest bê berdan.