‘Di 8 mehên ewil de 24 girtiyan jiyana xwe ji dest dan 2019-08-10 15:01:16   ENQERE – Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen, diyar kir ku di 8 mehên sala 2019'an de 24 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. Çevirmen, anî ziman ku dikarîbûn rê li pêş van mirinan bigirin, lê ji ber di dema wê de mudaxale nekirin, terkî mirinê kirin.    Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re azadî, bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 258’an de dîsa li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê kom bûn û daxuyşanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Endama MYK'ê ya ÎHD'ê Nuray Çevîrmen axivî û bal kişand ser girtiyên nexweş yên jiyana xwe ji dest dane. Çevîrmen, diyar kir ku di 8 mehên sala 2019'an de 24 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn  24 girtiyên nexweş ji ber rewşa wan giran in nikarin di girtîgehê de bimînin. Bi giştî 117 girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Îsal heta Tebaxê 24 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. 10 girtî nexweş bûn. Dikaribûn rê li pêş hemû mirinan bigirin. Lê girtiyên nexweş terkî mirinê kirin. Divê tenêbi rapora Saziya Tipa Edlî bi sînor nemînin. Divê raporên nexweşxaneyên din û zanîngehan ji esas bên girtin."