Dozger lêpirsina ziyareta goristanê betal kir 2019-08-10 11:06:12   AMED - Hevserokê HDP'ê yê Liceya Amedê Niyazî Erdogan ji ber ku di Cejna Remezanê de Goristana Sisê ziyaret kiribû, lêpirsîn li wî hatibû vekirin. Dozgeriyê têkildarî lêpirsînê biryara bêşopandinê da û lêpirsîn betal kir.    Hevserokê HDP'ê yê Liceya Amedê Niyazî Erdogan û rêveberên HDP'ê bi minasebeta Cejna Remezanê di 3'ê Heziranê de Goristana Sisê ziyaret kiribûn. Ji ber ziyaretê der barê Niyazî Erdogan û rêveberan de bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kirine" lêpirsîn hatibû vekirin. Dozger têkildarî lêpirsînê biryara bêşopandinê da û lêpirsîn betal kir. Dozgeriyê diyar kir ku ziyareta goristanê nabe "Propaganda rêxistinê" û hewce bi lêpirsinê nedît.