Kolana Merg Ahmet 16 meh in teslîm nakin 2019-08-10 10:55:41   AMED - Li Navçeya Sûrê ya Amedê, Kolana Mêrg Ahmetê ya di çarçoveya "Projeya Aramkirina Kolanê" de 57 milyon TL mesref xerç kirin, li gel ku 16 meh derbas bûn bi hinceta 'Kêmasiyên wê temam nebûne' hêj teslîm nekirine.    Li Kolana Mêrg Ahmetê ya Navçeya Sûrê ya Amedê di çarçoveya "Projeya Aramkirina Kolanê" de 16 meh berê dest bi restorasyonê kirin. Di çileya 2017'an de bi tevlêbûna Serokwezîrê wê demê Bînalî Yildirim û Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Mehmet Ozhasekî de merasima bingehê projeyê hat avêtin. Şîrketa Îston a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê çêkirina kolanê da ser xwe û dest bi projeyê kir. Lê li gel ku 16 meh derbas bûn, hêj çêkirina kolanê temam nebûye. Kolana Mêrg Ahmedê di 17'ê Adara 2018'an de bi tevlêbûna Serokomar Recep Tayyip Erdogan hat vekirin. Li gel ku vekirina wê dest pê kir jî hêj proje temam nebûye. Her ku baran dibare û şilî zêde dibe dîsa rê xera dibe. Li şûna darên çinarê darên nû hatibûn çandin. Dîsa pergala avê û kanalîzasyonê bi pirsgirêk e.    Wê demê xwestin înşaeta kolanê dewrî Qeyûmê Şaredariya Amedê bikin. Lê Qeyûm Cumali Atilla bi hinceta kemasiyê wê hene teslîm negirt. Têkildarî projeyê me xwest bi xwediyê Şîrketa Îston a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê re bi axivin. Lê ji navenda Şîrketê diyar kirin ku rayedar û peywirdar tune û der barê xebatên şîrketê de agahî nedan. Têkildarî mijarê endamê Meclîsa Sûrê yê Partiya AKP'ê Adîl Aydin, anî ziman ku dema ev kolan hat çêkirin welatiyên ku ne mimar û endezyar in jî kêmasî dîtin û wiha got: "Dema şîş avêtin ser kolanê li şûna 5 santimetre beton rokirana, tenê 1 santimetre beton rokirin. Xîz avêtin ser şîşan û wekî avê beton li ser rokirin. Ji ber vê yekê êdî dema maşîne di kolanê re derbas bûn, xwe negirt û xera bû. Pereyên dewletê pêşkêşî hin aliyan kirin."   Aydin, anî ziman ku ji bo kêmasiyên kolanê temam bike hewl dan bi rayedaran re hevdîtin bikin lê kes nebû muxatabê wan. Li gel ku 16 meh derbas bûn bi sedema kêmasî hene teslîm nakin.    MA / Aydin Atay