Biheşta li Gabarê veşartî: Geliyê Bertûl 2019-08-10 09:11:41   ŞIRNEX - Geliyê Bertûl ê li qûntara Çiyayê Gabarê ye û ji ber qedexeyên bi salan ên li herêmê, bi bîrkirinê re rû bi rû ye, bi xweza û sûlavên xwe mirovan dike heyranê xwe     Geliyê Bertûl ê li qûntara Çiyayê Gabarê ya Şirnexê cih digire, kesên ku xwezaya wê û sûlavên wê dibê, weke ku dibin heyranê wê. Geliyê Bertûl ê 45 kîlometre dûrî navenda bajêre û 25 kîlometre nêzî navenda navçeya Cizîrê ye, li gorî hin kesan navê weke Bertûl û li gorî hin kesên din jî weke Bertur tê zanîn.    BI SÛLAVÊN XWE MIROVAN DIKE HEYRANÊ XWE    Geliyê Bertûl, di warê curbicuriya biyolojîk de, xwedî potansiyelek dewlemend û kaniyên avê yên dewlemende. Di gelî de cureyên daran ên cuda hene û ji ber zêdebûna daran asiman pir hindik lê xuya dike. Di heman demê de gelek cureyên zindiyan li Geliyê Bertûl dijîn. Tişta herî xweşik a vî geliyî sûlavên wê ne. Sûlavên wê ku ji kaniyên ava sar pêk tên nêzî 15 metreyan bilindin.    ASTENGIYA HERÎ MEZIN ‘QEDEXEN E’   Ji bo ku mirovan xwe bi gihîne Geliyê Bertûl divê heya cihekê mirov bi wesayîtan biçe û dûre jî heya saetekê bimeşe. Lê mixabin Geliyê Bertûl di demên dawî de ji ber “Herêma ewlekariya taybet” hatiye qedexe kirin û mirov nikarin bikevin herêmê û biheşta gelî bibînin. Ji ber vê mirov nikarin Geliyê Bertûl. Bi taybetî di dawiya heftê de, gelek cihên gelî ji aliyê leşker û cerdevanan ve tên girtin, ji bo ku mirov nekarin bikevin gelî. Lê ligel vê yekê jî, kêm jî be welatî astengî û qedexeyan nas nakin, bi rêyên cuda xwe digihînin gelî, geşta xwe dikin û li ser sûlavan demên xweş û geş derbas dikin.