Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Divê daxwaza aştiyê ya Ocalan bê mezinkirin 2019-08-10 09:05:32   STENBOL – Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Sînan Tutal pêvajoyek diyalogê ya li Îmraliyê bo dest pê bike pêşniyar kir û got: “Peyama Ocalan a ‘ji bo çareseriyê amade me’ erêniye. Em hêvîdarin wê dewlet bersivê bide û pêvajoya muzakereyê dest pê bike. Pêwîste daxwaza Ocalan a aştiyê bê mezinkirin.”    Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan piştî 18’ê hezîranê di 7’ê tebaxê de çûn Girava Îmraliyê û li gel miwekîlê xwe Ocalan hevdîtin pêk anîn. Ocalan bi rêya parêzerên xwe ragihand ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd amade ye. Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Sînan Tutal peyamên Ocalan nirxand û derbirî ku daxwaza aştiyê ya Ocalan bêbersiv nemîne.    ‘MUZAKERE BI RÊYA LIHEVKIRINÊ MIMKIN E’    Tutal da zanîn ku ji bo tesîskirina aştî, mafên bingehîn û azadiyan û ji bo temînata van xalan ew jî mimkine bi rêya muzakere û lihevkirinê pêk were û got: “Dema qada siyaseta demokratîk tê tengkirin û ev zemîn nayên afirandin, alozî û pirsgirêk mezin dibin. Em hemû şahidên vê yekê ne. Heke bi rastî jî îktîdar dixwaze alozî û şer ango pirsgirên çareser bike û gav biavêje pêwîste ewil qedexeya li pêşiya hevdîtina Ocalan bê rakirin. Mifteya pêvajoyek nû ya aştî û muzakereyê di vir de deras dibe.”    ‘JI BO TESÎSKIRINA ŞATIYÊ DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN’    Tutal anî ziman ku aştî her tim şansek heq dike û wiha dewam kir: “Em bi hev re, li welatek demokratîk li ser bingeha welatîbûna wekhev û di nava aştiyê de bijîn. Bi taybetî ji bo tesîskirina aştiyê pêvajoyek diyalogê ya li Îmraliyê bê destpêkirin gelek girîng e. Ji bo ev gav bê avêtin pêwîste dereng neyê mayîn.”    ‘PÊWÎSTE DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN’    Tutal destnîşan kir ku pêdiviya civaka Tirkiyeyê bi aştî û demokrasiyê heye û wiha got: “Lazime muxalefet li derdora vê daxwaza aştî û demokrasiyê kom bibe. Pêdivî bi muxalefetek ku aştiyê pêk bîne heye. Pêwiste muxalefet di navbera xwe de bi berfirehî tevger bike. Lazime bi her aliyan re temasan deyne. Pêwîste dengê aştiyê û demokrasiyê bilind bike.”    ‘BILA BIBE WESÎLEYA ÇARESERIYA AŞTIYANE’    Tutal bal kişand ser payama dawî ya Ocalan û got: “Em peyama Ocalan a dawî erênî dibînin. Em hêvîdarin wê dewlet bersivek erênî bide û pêvajoyek muzakereyan dest pê bike. Em hêvîdarin wê ev hevdîtin bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya aştiyane û demokratîkbûnê.”    MA / Nacî Kaya – Sadiye Eser