Angaşta ku şewata daristanan piştî fermana "Daran bibirin" li Mehsertê derketiye 2019-08-09 14:25:51 MÊRDÎN - Şewata ku duh li Mehsertê derket, li 4 gundan berbelav bû. Welatî ji ber ku mudaxaleyî agir nayê kirin bertek nîşan dan. Duh li gundê Bafava yê navçeya Mehsertê ya Mêrdînê agir bi daristanên gund ket. Piştî derketina agir, hejmareke zêde agirkuj sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Li gel vê yekê jî ekîbên agirkujiyê têra vemirandina agir nekirin û agir berbelav bû û derbasî daristanên gundên Xirba Şeyhmahmud, Bîra Mezrê, Şûrê û Edo jî bûn.    Gundiyên ku bi derfetên xwe agir vemirandin, diyar kirin ku gundê ku lê agir derketiye gundê cerdvanan e û di asta hatiye xwestin de mudaxaleyî agir nehatiye kirin. Welatiyan da zanîn ku ekîbûn agirkujiyê jî têra vemirandina agir nekirine. Her wiha gundiyan got ku roja duşemê li qereqola leşkerî ya navçeyê bi keyayên gundan re civînek hatiye lidarxistin û leşkerekî paye bilind ji keyayan xwestiye ku daran bibirin û bifiroşin. Dîsa welatiyan bertek nîşanî Miduriyeta Daristanan a Mêrdînê da û gotin ku li gel ku 150 karmend li miduriyetê dixebitin jî heta niha venêrîna dar û daristanan nehatiye kirin.