‘We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Oruç îxrac kir?' 2019-08-09 13:51:27   AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel, îxrackirina Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Recep Oruç ku li gel beraet kiribû ji aliyê Wezîrê Tenduristiyê  Fahretîn Koca ve hat îxrackirin, bir rojeva meclîsê û pirsa "We çima Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Recçep Recep Oruç îxrac kir?" ji Koca pirsî.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel, têkildarî îxrackirina Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Recep Oruç bi boneya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca bibersivîne pirsname da meclîsê. Guzel, diyar kir ku Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê ji aliyê dadgehê ve beraet kiriye, lê ligel vê yekê Wezîrê Dadê Fahrettîn Koca, Hevserokê Şaxa SES'ê yê Amedê Recep Oruç îxrac kiriye. Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Recep Oruç û gelek kesên din, bi hinceta tev li daxuyaniya rêxistinên sivîl û demokratîk a li dijî operasyona Efrînê bû hatibû binçavkirin. 4'emîn Dadeha Cezayên Giran a Amedê der barê Recep Oruç de bi îdîaya ‘Endamtiya rêxisitnê" û "Propaganda rêxistinê kiriye" doz vekir. Lê di encama darizandinê de dadgehê der barê Oruç de biryara beraetê da. Li gel ku dadgehê der barê Oruç de biryara beraetê da jî dîsa Wezîr Koca di 26'ê Tîrmehê de Oruç îxrac kir."    Guzel ji bo Wezîr Koca bibersivîne ev pirs pirsîn:    “*Li gel ku dadgehê der barê Recep Oruç de biryara beraetê daye, we çima Recep Oruç ji erka cemaweriyê îxrac kir?    * Dema wezareta we biryara îxracê da, çima biryara dadgehê li ber çavan negirt? Hûn bawer nakin ku biryara dadgehê ewle û hiqûqî be?    * Li gel ku dadgehê Recep Oruç beraet kiriye jî we îxrac kir, ev çiqas hiqûqî ye?    * Biryara KHK'ê li gorî kijan pîvan û ristan pêk hatiye?     * Tevlêbûna Recep Oruç a çalakiya li dijî operasyonên Efrînê di vê biryarê de çiqas bi bandor e?   * Ji ber ku Recep Oruç Hevserokê SES'ê yê Amedê ye hatiye avêtin ya na? Serokbûna şaxê çiqas li ser biryarê bi bandor e?"