'Guleya ku Tahîr Elçî kuşt ji çeka zarokên baş derket?' 2017-11-24 15:40:59 AMED - Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn der barê qetilkirina Tahîr Elçî de axivî û ev pirs ji hikumetê kir: "Ev bêdengî ji ber çî ye? Guleya ku Tahîr Elçî kuşt, gelo ji çeka zarokên baş ên ku hûn nas dikin derket, hûn ji bo wê dengê xwe dernaxin?" Di 28'ê Mijdara 2015'an de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li ber Mînareya Çar Pê hatibû kuştin, ji bo falîl bên dîtin çalakiya ku parêzerên Baroya Amedê daye destpêkirin, di hefteya 102'yemîn de li ber Edliyeya Amedê dewam kir. Çalakiyê ku endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Amedê û gelek parêzer beşdarî çalakiyê bûn, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Racî Bîlîcî, endamê Hîndekariya Fakulteya Siyasî ya Zanîngeha Enqereyê Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak jî destek da çalakiyê. Di çalakiyê de wêneyên Elçî û pankarta "Em ê te ji bîr nekin" ht vekirin, Alîkarê Serokê Baroya Amedê Sertaç Buluttekîn daxuyanî xwend.   ‘HÛN JI RASTIYAN DITIRSIN?’   Buluttekîn aşkera kir ku ji bo lêpirsîna der barê kuştina Elçî de bê encam nemîne, 102 hefte ne çalakiyan li dardixin, ji bo ev cinayet bê zelalkirin, peyiwreke exlaqî, siyasî û hiqûqî dikeve ser milê kesên lêpirsînê didin meşandin. Buluttekîn da zanîn ku ji bo rayedar berpirsyariya xwe bînin cih, wan gelek caran bang kiriye, lê heta niha di lêpirsînê de tu pêşketin derneketiye holê û wiha got: "Me heta niha gelek caran bang li Serokwezîrê wê demê, Wezîrê Edaletê, Wezîrê Karê Hundur û Serdozgerê Komarê yê Amedê kir, çima ev bêdengî! Tişta ku we bê deng dike rastî ne? Ji bo rastiyên der barê kuştina Tahîr Elçî de dê derkevin holê hûn ditirsin û ji ber wê hûn xwe bêdeng dikin? An jî sedema bê dengiya we, ew guleya ku Tahîr Elçî kuşt, ji çeka zarokên baş derketiye?"   Welatiyê wêneyekî aydê merasîma Elçî piştî parvekiribû, dozger ev wêne wekî "Wêneyê aydê cenazeyê endamê rêxistina terorê" pênase kiribû, Buluttekîn bertek nîşanî helwesta dozger jî da û piştrast kir ku wan berî 2 hefteyan der barê vê sosretiya dozger de serî li Serdozgerê Komarê yê Amedê daye, lê hêj der barê mijarê de tu daxuyanî nehatiye dayîn û got ku "Em bi rewşeke bê deng a din re rû bi rû ne."   Buluttekîn bêdengiya Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglu jî rexne kir û xwest Feyzîoglu li dijî OHAL, binçavkirin, girtn û hwd. de bertekên xwe bîne ziman.   ALTIPARMAK: TAHÎR ELÇÎ MAMOSTEYÊ ME BÛ   Alk. Doç. Dr. Kerem Altiparmak jî piştgirî da çalakiyê û nasnameya parêzvanê mafên mirovan a Elçî da bi bîr xist û wiha got: "Li gel Tahîr Elçî hevalekî me yî gelekî bi nirx, di heman demê de mamosteyê me bû. Tahîr Elçî hem parêzvanekî mafê mirovan ê girîng, hem jî mamosteyekî gelek baş bû."   Piştî axaftinan 5 deqan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.