Li Dîlokê 2 kes hatin girtin 2019-08-09 11:34:56   DÎLOK - Li Dîlokê bi angaşta ku "Propagandaya rêxistinê kirine" 2 kes hatin girtin.   Li Dîlokê bi hinceta ku li ser hesabên xwe yên medya civakî "Propagansaya rêxistinê kirine" 6 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên xwe yên li miduriyeta polisan her şeş jî sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfade dayîna dozgeriyê M.D. û Ş.Y. bi daxwaza girtinê û A.Ş., U.K., T.Ç. û C.K. jî bi şertê kontrola edlî sewqî Ddadgeriya Cezaya Sulhê hatin kirin. Li dadgehê M.D. û Ş.Y. hatin girtin û A.Ş., U.K., T.Ç. û C.K. jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.