Îdîaya gardiyenan gefa kuştinê li girtiyan xwarin 2019-08-08 16:30:27   STENBOL - Malbata Muslum Gonul îdîa kir ku kurê wan li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 2 a Sîlîvrî ji aliyê gardiyenan ve hatiye derpkirin û got: “Me derbarê bûyerê de nekarî agahî ji rayedaran bigirin.”    Hat îdîakirin ku girtî Muslum Gonul ê li Girtîgeha Tîpa L a Hejmara 2 a Sîlîvrî girtiye, piştî hevdîtina 22’yê Tîrmaha 2019’an ji aliyê  gardiyenan ve hatiye derp kirin. Malbata Gonul serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê dan û bi piştgiriya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevjîna Gonul Elîf Gonul, dayik Badegul Gonul û parêzer Firat Vûral beşdarî civîna çapemeniyê bûn.      Parêzer Firat Vûral di civînê de axivî û wiha got: “Derbarê îdîayên îşkence û derbkirinê de, me serî li miduriyeta girtîgehê û Miduriyeta Giştî ya Girtîgehan da, lê tu bersiv ji bo me nehat dayîn.    'JI BO HEVJÎNÊ MIN FIKARÊN MIN HENE'   Hevjînê Gonul Elîf Gonul jî, diyar kir ku hevjînê wê rastî gefên kuştinê yên gardiyenan hatine û wiha got: “Ji ber vê yekê derbarê rewşa hevjînê xwe de bi fikarim. Ev pêkanînek dij mirovahiye. Divê bi dawî bibe.”    'SÎLÎVRÎ BUYE WEKE KAMPA NAZÎ’   Dayika Gonul Badegul Gonul jî, anî ziman ku îşkenceya li ser kurê wê dewam dike û wiha got: “Ne tenê kurê min, hemû girtiyên din jî rastî îşkencê tên. Di hemû hevdîtinan de, lêgerînên rûmet mirovan bişikinin dikin. Girtîgeha Sîlîvrî weke ku bûye, kampa Naziyan. Ger tiştek bê serê kurê min, berpirsiyarê wî Wezareta Dad û raydarên girtîgehê ne.”