Li Yukselê 381 roj e çalakî didome: Baş e ku Nuriye tu hatî dinê! 2017-11-24 14:47:55 ENQERE - Ruxmê hemû êrîşên polîsan jî çalakiya "Em karê xwe dixwazin" li Kolana Yukselê dewam dike, di çalakiya îro de rojbûna Nuriye Gulmen hat pîrozkirin. Lê polîsan dîsa êrîşê çalakvanan kir û 4 kes binçav kir. Hîndekarên bi navê Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça piştî bi Biryara Di Hukmê Qanûnî (KHK) de ji kar hatin avêtin, ji bo vegerin karê xwe 261 roj e di greva birçîbûnê de ne. Çalakiya "Em karê xwe dixwazin" a ji bo piştgiriya Gulmen û Ozakça hatiye destpêkirin, 381 roj li dû xwe hişt.   Birdariya Mafê Mirova a li Kolana Yukselê hêj di dorpêça polîsan de ye, çalakvanan xwestin li ber birdariyê daxuyaniyê bidin, li Kuçeya Konurê li hev civiyan. Polîsan kuçe bi mertalan girt, dema çalakvanan pankarta 'Bila Nuriye û Semîh vegerin karê xwe' vekirin, polîsan êrîş kir. Di êrîşê de Alev Şahîn, Îlker Işik, Mehmet Dersulu û xwendevanekî navê wî nehat hînbûn hatin binçavkirin.   Îro wateyeke çalakiya li Kolana Yukselê hebû. 24 Mijdarê rojbûna Nuriye Gulmen bû û Alev Şahîn berî ku bê binçavkirin got ku: "Baş e ku tu heyî Nuriye! Baş e ku tu hatî cîhan" û kêfxweşiya xwe ya ji bo Gulmen anî ziman.