Serdozgeriya Cizîrê jî got xebatkarên tenduristiyê ji ber dermakirinê hatin girtin! 2019-08-08 15:37:32 ŞIRNEX – Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê, derbarê 4 xebatkarên tenduristiyê yên bi hinceta di dema qedexeyên derketina derve de zarokê 10 salî derman kirin hatin girtin de daxuyanî da û wiha parastina xwe kir: “Nûçeyên hatin dayîn bêbingehin. Li cihê hatiye tespîtkirin, bi awayekê zêde endamê rêxistinê hatine dermankirin.”    Li navçeya Cizîr a Şirnexê, di serdegirtinên malan ên 2’yê Tebaxê de, Bijîjk Nesîm S., hemşire Şahîn E., Abdullah K. û Ahmet T. hatibûn binçavkirin û piştî binçavkirin 3 rojan li dadgehê bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Xebatkarên tenduristiyê bi sûcdariya di qedexeyên derketina derve yên di saal 2015’an hat îlankirin de, ji ber ku zarokê 10 salî derman kirin, hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.    DOZGERIYA KU DERMANKIRIN QEBÛL KIR, CIH KIR HINCET!    Serdozgeriya Komarê ya Cizîr li ser bertak darbarê mijarê de daxuyanî da û got: “Neçeyên ‘Her 4 xebatkarên tenduristiyê ji ber ku li Cizîrê zarokê 10 salî darman kirin hatin girtin’ bêbingehin. Li cihê hatiye tespîtkirin, bi awayekê zêde endamê rêxistinê hatine dermankirin.”