Rojnamegeran hevala xwe Denîz Firat bi bîr anîn 2019-08-08 13:33:31   WAN - Malbat û hevalên Rojnameger Denîz Firat (Methiye Yildiztekîn) a li Mexmûrê dema nûçeya êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî gelê Mexmûrê dişopand, rastî êrîşa DAIŞ'ê hat û jiyana xwe ji dest da, li ser gora wê ya li Wanê bi bîr anîn.   DAÎŞ'ê di 8'ê Tebaxa 2014'an de êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê kiribûn. Di êrîşê de DAIŞ'ê bi çekên giran li ser Mexmûrê gule barandibûn. Gelê Mexmûrê jî parastina xwe kiribû. Rojnameger Denîz Firat bi armanca nûçeyan bişopîne li qada bûyerê dîmen dikişandin û rastî êrîşa endamên DAIŞ'ê hatibû. Firat di êrîşê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê Deniz Firat (Methiye Yıldıztan) li Gundê Xecê Hatun ê Navçeya Ebexa Wanê hatibû defin kirin. Bi minasebeta salvegera Firat îro malbat û hevalên wê yên Rojnameger çûn ser gora wê ya li Gund û ew bibîr anî. Malbat û rojnameger tevli bîranînê bûn. Bernameyê bibir aninê dest pê kir. Di bernameyê de li ser navê Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamya Hikmet Tunç axivî û wiha got: "Di ser kuştina Firat de 5 sal borîn. Em wê bi hurmetî bibîr tînin. Em pênûs û kameraya wê dewir digirin."    ‘DI ŞERTÊN HERÎ ZOR DE KAMERAYA XWE DANENÎ'    Tunç, anî ziman ku hevala wan Denîz Firat, dengê jinen di hedefa DAIŞ'ê de li cîhanê belav kir û wiha got: "Denîz bû dengê jinên li Şengalê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin. Hêj zarok bû şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin û polîtikayên koçberiyê nas kir. Piştî axa xwe terk kir koçî Mexmûrê bû. Hem bi nasnambeya jinê û hem jî bi nasnameya rojnamegera jin tekoşîna xwe mezin dikir. Di wexta şer herî dijwar bû li nava şer cihê xwe girt û kameraya xwe danenî. Bi kameraya xwe di refê herî li pêş de cih girt."    ‘EM SOZ DIDIN KU TEKOŞÎNA WÊ BILIND BIKIN'   Tunç, anî ziman ku Firat mîrateya çapemeniyê ya Musa Anter û Gurbetellî Ersoz dewir girtiye û ew jî soz didin wan ku mîrateya wan mezin bikin û berdewam bikin û wiha lê zede kir. "Em rojnameger dê pênûs û kameraya ku Firat lê dewrî me kiriye, bilind bikin û berdewam bikin. Em dê çîrokê jinan ne ê mexdûriyetê yên serekftinê binivisin. Rojnamegerên di hedefa îktîdarê de ji ber nivîsên xwe tên girtin û rastî ceza tên. Ji bo cîhanek ku rojnamegerî lê ne sûc e emê nivîsandina xwe berdewam bikin."    HEVALÊN DENÎZ PÊNÛSA WÊ DEWIR GIRTIN   Piştre birayê Firat Seyat Yildiztan jî axivî û wiha got: "Hevalên Firat pênûs û kameraya wê dewir girtin. Hevalên Denîz tu carî pênûsa wê li erdê nehiştin û nahêlin. Niha du xwişkên min pênûs û kameraya ku Denîz dewir kiriye bilind dikin û têkoşîna wê berdewam dikin. Teqez ev têkoşîn wê bigêje encamê."    Piştî axaftinan qurnefil danîn ser gora Denîz û belav bûn.