‘Ji ber ku li girtîgehê bi Kurdî axivin, wêneyên wan nekişan’ 2019-08-08 13:09:30 DENÎZLÎ - Hat îdîa kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî, Salîne Jîr a çû hevdîtina Mehmet Aktaş ê girtî, ji ber ku bi kurdî bi apê xwe re axivî, gardiyenan wêneyên wan ne kişandin.    Li Girtîgeha Tîpa T a Denîzlî, Salîne Jîr a çû hevdîtina Mehmet Aktaş ê girtî, ji ber ku bi kurdî bi apê xwe re axivî, gardiyenan wêneyên wan ne kişandin.   Jîr derbarê bûyerê de wiha axivî: “Ez çûm hevdîtina apê xwe. Di heman qawîşê de xizmekê me yê din jî hebû. Malbata wî jî, ji Edenê hatibû hevditinê. Me her du malbatan xwest em bi hev re rûnin. Lê destûr nedan me. Em got em xizmên hevin û destûr bikin ku em bi hevre rûnin. Dîsan qebûl nekirin û li hemberî me derketin. Heya ku hevdîtin bi dawî bû gardiyan li ber serê me rawestiyan. Me jî ji wan re  got, ma hûnê wisan li ber me rawestin. Gardiyenan jî gotin ‘Em ku derê bixazin emê li wê derê rawestin.’ Dûre me xwest em wêne bikêşin. Em dinava xwe de bi Kurdî axivin. Gardiyenan ji me re gotin ‘Ger hûn bi Kurdî biaxivin emê wêneyê we nekêşin.’ Me jî got zimanê dayika me bi Kurdiye, çi eleqeya xwe bi vê ve heye. Mafê me yê wêne kişandinê heye. Gartiyenan li ser vê yekê gotin ‘hûn bi Kurdî diaxivin, emê wêneyê we nekêşin’ û  çûn.”    ‘BIÇIN GILÎ BIKIN’   Jîr, da zanîn ku piştî hevdîtin, wê bi midurê girtîgehê re hevdîtin kir û wiha bilêv kir: “Min bûyer ji midûre vegot. Lê midûr ters bersiva min da û got ‘ez tu navan nadim te, biçe dozger û gilî bike.”   Jîr, dest nîşan kir ku ew ê derbarê mijarê de serlêdana hiqûqî bike.