Leşkerên Îranê kolberekî kuştin 2019-08-08 13:01:59   PÎRANŞAR -  Leşkerên Îranê li Pîranşarê gule li komeke kolber reşandin. Di êrîşê de kolberekî jiyana xwe ji dest da û 20 hespên kolberan jî hatin gulebarankirin.    Leşkerên Îranê duh di saetên êvarê de li bejahiya bajarê Pîranşarê li herêmeke nêzî sînorê Tirkiyeyê gule li komeke kolber (Kesên bazirganiyê dikin) reşandin. Di êrîşê de leşkerên Îranê kolberê bi navê Faxir Ebdulahî (25) qetil kir û gule li 20 hespên kolberan reşandin û kuştin. Leşkeran herî dawî hemû amûrên kolberan desteser kir.