Polisan li Enqereyê 3 kes binçav kirin 2019-08-08 12:10:18   ENQERE - Polisan li Enqereyê bi ser malan de girt û 2 kesan binçav kir. Polisan ji heman dosyayê li Qersê jî kesekî binçav kirin.    Polisan di saetên serê sibehê de bi ser malan de girt. Di serdegirtinê de polisan nûçegîhanê PÎRHA'yê Cebraîl Aslan û Feryal Yazici binçav kir. Polisan li Qersê jî Endamê Berê yê Lîjneya Rêveberiya Odeya Bijîjkan a Enqereyê (ATO) Dr. Onûr Nacî Karahanci binçav kirin. Hat hînbûn ku polisan Karahanci ji heman dosyayê binçav kirine û dê ji Qersê bînîn Enqereyê.