Li Elihê 14 kes hatin berdan 2019-08-08 10:44:22   ÊLIH - 14 ciwanên xwestin çalakiya nobetê li Heskîfê lidar bixin û hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Mecîsa Ciwaan û Jinên Ciwan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo ku Heskîfa dîrokî dibin avê de nemîne, duh xwestin çalakiya nobetê lidar bixin, lê rastî asteniya polîs û leşkeran hatin. Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Karkmaz, Hevşaredara Şemrexê Nalan Ozaydin û endamên Meclîsa Ciwanên HDP’ê li ser vê yekê, li ser rêbejahiyê ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin. Leşkeran mudaxileyî komê kirin û 14 kes bi lêdanê binçavkirin.      14 ciwanên HDP’î yên li Qereqola Cendirmeyan îfade dan, di saetên şevê de hatin berdan.