Waliyê Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir 2017-11-24 14:04:36 ENQERE - 35'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê xwest Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş di dadgehê de amade be. Lê Walîtiya Edîrneyê daxwaza dadgehê red kir.  Parêzerê Demîrtaş Kenan Maçoglu, diyar kir ku Walitiya Edîrneyê ferman ji dadgehê re şandiye û bertekên xwe anîn ziman.    4'emîn rûniştina doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê ku ji ber twitê doz lê hatibû vekirin li 35'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Enqereyê hat dîtin. Heyeta dadgehê xwestibû Demîrtaş li salona dadgehê amade bibe. Lê Walîtiya Edîrneyê bi hinceta "ewlehiye" destûr neda Demîrtaş beşdarî rûniştina dozê bibe. Di rûniştina dozê de parêzerê Hevserokê HDP’ê Demîrtaş amade bû. Parêzer daxwaznameya ji 15 rûpelan pêk tê nişan da û destnîşan kir ku Demîrtaş diyar kiriye ku bi SEGBÎS'ê tev li rûniştina dozê nabe. Walîtiya Edîrneyê jî bersîv da Dadgehê û diyar kir ku bi sedema rîska ewlehiyê heye dê nikaribe tev li rûniştina dozê bike.    Parêzerê Demîrtaş Kenan Maçoglu, diyar kir ku Walitiya Edîrneyê ferman ji dadgehê re şandiye û bertekên xwe anîn ziman.  Maçoglu, diyar kir ku divê Demîrtaş, li salona dadgehê amade be û wiha got: "Walîyê Edîrneyê ferman daye dadgehê. " Li ser vê yekê heyeta dadgehê gotina Maçoglu qut kir û got “Kesî ferman nedaye"    Maçoglu, destnîşan kir ku dewleta salek berê Demirtaş binçav kirin û bi helîkopterê birin girtîgehê, çawa dibe nikare li navenda Enqereyê ewlehiyê bistîne. Ev şerma dewletê ye. Ew Hevserokê partiya ku koma wan li meclîsê heye ye. Divê Demîrtaş bê beraetkirin.    Heyeta dadgehê diyar kir ku Demîrtaş, kelepçeyê wekî behane nişan dide û diyar kir ku ger Demirtaş bi riya SEGBÎS'ê tev li rûniştinê nebe dê hesab bikin ku parastin nekiriye û xwestin vê yekê teblîgî Demîrtaş bikin.   Heyetê rûniştina doza Demîrtaş taloqî 23'ê Adarê kir.