ENKS li Stenbolê tevlî civînê bû: Divê piştî dagirkirina Rojava herêm radestî ENKS’ê bê kirin 2019-08-08 09:52:04 NAVENDA NÛÇEYAN – Derket holê ku bi pêşengiya rayedarên dewleta Tirkiyeyê, di navbera Koalisyona Netewa Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê ya ku nûnerên ENKS jî heye civîn li dar xistine. Nûnerê ENKS’ê Abdulhekîm Beşar û Abdulbasît Abdulatîf, PYD’ê weke "terorîst" pênase kirine. Dixwazin piştî operasyonek îhtîmal a Bakûr-Rojhilatê Sûriyê herêm ji PYD’ê bigirin û dewrî ENKS’ê bikin.   Ji bo navbera Encumena Niştîmanê Kurdên Li Sûrî (ENKS) û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava de diyalog pêk bên, Fransa di nava hewildanekê de ye. Di vê pêvajoyê de derket holê ku pi pêşengiya rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê, civîn bi muxalifên Sûriye yên girêdayên Tirkiye a “Koalisyona Netewa Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” hatiye li dar xistin. Di nava vê koalîsyonê de ENKS jî heye. Di belgeya civînê de axaftinên Evdilhekim Beşar ku li ser navê ENKS’ê tevlî civînê bûye bal dikşîne.    Li gor belge û wêneyên ku di tora civakî de ji aliyê gelek kesan ve tê parvekirin de, tê diyarkirin ku di 27’ê tîrmehê de di pêşengiya îstîxbarata Tirkiye Teşkîlata Îstîxbarata Milî (MÎT) de li Stenbolê bi pêkhateyên qaşo muxalifên Sûrî yên girêdayên dewleta tirk a bi navê “Koalisyona Netewa Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê” civînek hatiye çêkirin. Hat diyarkirin ku civîn li ser daxwaza ENKS, di pêşengiya MÎT’ê de hatiye çêkirin û civîna li ser mijara “Rewşa heyî ya Efrînê û xûrtkirina xebatên di heremê de tên meşandin”, Cigirê Serokê ENKS’ê Avdilhekim Beşar, Sekreterê Giştî Abdulbasît Abdulatîf û endamên lîjneya rêveberiya ENKS’ê Nazir Hakim û Abdullah Kado tevlî bûne.    BEŞAR: PYD TERORÎST E   Civîna ku li ser pêşketinên dawî ya li ser heremê jî hatiye nîqaşkirin de, rêveberên ENKS’ê, hin hiqûqnasên Efrînî yên li Tirkiyê rûdinên û heyeteke “ronakbîr” dawetê civîna tê gotin kirine. Di civînê de axaftina Sekreterê Giştî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) ya berê Abdulhakîm Beşar bal kişand. Beşar ê weke rayedareke MÎT’ê diaxive, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) weke ‘terorîst’ bi nav kir. Beşar, got: “Divê Kurdên Sûriyê prîm nedin PYD (bi PYD re nebin alîkar). Beşar, di berdewama axaftina xwe de destnîşan dike ku ew nikarin erdnigariyê biguherînin û got : “Wek e Kurdên li Sûriyê, di serî de bi Tirkiyê bi hemû cîranan re têkiliyên xwe baş bikin û bi hemû pêkhateyên li Sûriyê re di nava diyalogê de bin.”     XWESTIN HERÊMÊ RADESTÎ ENKS'ê BIKIN   Piştî Beşar, rêveberê din ê ENKS’ê Abdubasît Abdulatîf jî piranî gotinên kesên ji Efrînê hatine nirxand û got. “Divê civînên wiha zêdetir bên kirin. Zahmetiyan encax bi vê rengî dikarin derbas bikin. Tiştên li vir tên axaftin û daxwazên kesên ji Efrînê hatine jî ji rayedarên dewleta tirk re bên ragihandin.”    Kesên ji Efrînê hatî tevlî civînê bûne piranî li ser rewş û pêkûtiyên komên çekdar ên girêdayên hikûmeta Tirkiyeyê axivîne. Derbarê mijarê de ev tişt hatine gotin: “Rêveberên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine tayînkirin hemû karên nelirêtî û diziyê dikin. Ev jî dihêle îmajek(nêrtinek) nebaş çêbibe, kiryarên ev koman hem li ser Koalisyona Netewa Hêzên Şoreşger û Muxalifên Sûriyê, hem ENKS û hem jî dewleta tirk dibe mal û zirarek mezin dide. Her wiha ev kiryar destê PYD’ê jî xûrtir dike. Dixwazin pêşî li vê yekê bê girtin. Daxwaza din jî ew e ku divê bi çek kirin bê qontrolkirin.”     Li gor hin agahiyên din ên ji civînê derketine jî ew e ku rêveberên koalisyonê û ya ENKS’ê diyar û daxwaz kirine ku piştî êrîşeke dagirkirinê ya îhtîmal a li ser Bakûr-Rojhilatê Sûriyê rêveberiya heremê ji PYD’ê bê girtin û radestê ENKS’ê bê kirin.    MA / Erdogan Altan