Li Amedê 10 siyasetmedar hatin girtin 2017-11-24 13:48:08 AMED – Li Bismilê ji 30 kesên hatin binçavkirin 10 kes hatin girtin.  Li navçeya Bismilê ya Amedê di 12’ê mijdarê de li dijî siyasetmedarên kurd operasyon pêk hat û di serdegirtina malan de 30 kes hatibûn binçavkirin.  Siyasetmedarên li Miduriyeta Polîsan a Amedê dihatin ragirtin piştî 12 rojan îfadeyên wan xelas bûn û derxistin Edliya Amedê. Ji siyasetmedaran Hevşaredarê Bismilê Hadî Çelîk, endamên meclîsa şaredariyê Fehîme Efe û Hatîce Elma, Alîkarê Hevşaredarên Bismilê Şeyhmus Aydin, Hevseroka DBP’ê ya Bismilê ya berê Celîle Kaplan, rêveberê DBP’a Bismilê Sûat Karagoz Hevserokê Şaxa MEYA-DER’ê ya bi KHK’ê hat girtin Mustafa Sari û û rêveberên DBP’a Bismilê yên berê Nesîm Balta û Mustafa Sari û Hamdullah Ekîncî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.    10 kes ji aliyê dadgehê ve bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne”, “Propaganda rêxistinê kirine” û “Alîkarî dane rêxistinê” hatin girtin. Hatîce Elma û Fehîme Efe şandin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê û 8 siyasetmedarên din jî şandin Girtîgeha Tîpa D a Amedê.    Ji 20 kesên din ên hatin berdan jî hene û yên di binçavan de jî hene. Lê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.