Koçyigît: Em ê hewl bidin ku jinan bêtir beşdarî siyasetê bikin 2019-08-08 09:00:40   AMED – Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît diyar kir ku ew ê di nava partiya xwe de bêtir girîngiyê bidin feraseta baviksalar û got: “Ji bo hin bêtir jin bên rêxistinkirin û beşdarî siyasetê bibin em ê pêngavan bidin destpêkirin.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li 40 bajar û li 7 herêman konferansên rêxistinê li dar xist. Piştî van herêman HDP’ê di 3-4’ê Tebaxê de 1’emîn Konferansa Rêxistinkirinê ya Navendî li Amedê li dar xist. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît têkildarî konferansa navendî li dar xistin ji ajansa me re axivî.   ‘REXNEYAN CIHÊ XWE GIRT’   Koçyigît da zanîn ku hem ji beşdarvanên herêman û hem jî ji beşdarvanên navendî rexne û pêşniyarên girîng hatin kirin û got: “Me konferansek ku rexne û pêşniyarên micid li pêş ketin li pey xwe hişt. Rexne û tespîtên em bêtir di nava civakê de cih nagirin û rêxistin nakin hebûn. Em ê li ser şopa van tespîtan rewşa xwe ya rêxistinkirinê li pêş bixin. Em ê hewl bidin çawa xwe bigihînin civakê û siyaseta çawa li gorî civakê bikin û civakê çawa tev li xebatan bikin. Em ê hewl bidin ku civakek demokratîk çawa ava bikin. Ji bo her qadê rexneyên pir micid hebûn. Van rexneyan cihê xwe girt.”    ‘WÊ DAWÎ LI FERASETA BAVIKASALAR WERE’    Koçyigît anî ziman ku ji bo her qada civakê û jiyanê dê têkoşîn bê birêvebirin û û di vî warî de gelek tespît û pêşniyar hatine kirin. Koçyigît bal kişand ser feraseta baviksalar a di nava partiya wan de û got: “Têkildarî feraseta baviksalar a di nava partiyê de berfireh hat nîqaşkirin. Ji bo rolên zayendperestî dê hin bêtir perwerdehî bê dayîn. Ev perwerdehî dê ji bajêr û navendan dest pê bike. Heta asta bilind wê dewam bike. Pêwîste dîsîplîna navxweyî ya partiyê bêtir vê mijarê bişûxîlîne. Divê li ser van esasan di nava civakê de cudahiyek zîhnî pêk were û perwerdehiyek wiha bê dayîn.”    'HDP-HDK HÊZ DIDIN HEV’    Koçyigît destnîşan kir ku HDP û HDP li miqabilî hev xwe bi hev re mezin dikin û got: “Ev bi hevrebûn me digîhîne serkeftinê. Her du rêxistin jî hev xwedî dikin û temam dikin. Her ku qada civakî mezin bibe dê partiya me mezinz bibe û wê hêzek mezin bide civakê. Formulasyonek mezin a hev mezinkirinê pêk tînin.”    ‘DÊ JIN BÊTIR BÊN RÊXISTINKIRIN’    Koçyigît da zanîn ku di konferansê de modela rêxistinkirinê derket holê û got: “Rexneyên wek partiya me pîr dibe, partiya me gelek hiyerarşîk e, partiya me dibe burokratîk û partiya me dibe navednî hatin kirin. Her yek ji van rexneyan ji bo rêxistinbûyînê pêşniyar bûn. Li dijî extiyariyê divê em ciwan bimînin. Pêwîste dînamîzma ciwantiyê hin xurttir di nava partiyê de cih bigire. Li ser mijara divê jin bêtir bên rêxistinkirin û hin bêtir di nava siyasetê de cih bigirin lêhûrbûnek çêbû. Ji bo jin beşdarî siyasetê bibin û hin bêtir bên rêxistinkirin em ê pêngavan bidin destpêkirin. Wê kongreyên bajêr û navçeyên me bên lidarxistin. Dê di sala 2020’an de jî kongreya me ya navendî pêk were. Ji niha şûn ve dê xeta çalakiyan bê avakirin û wê li ser esasê mezinkirina têkoşînê xebat bên kirin.”    MA / Arjîn Dîlek Oncel - Ozgur Paksoy