Tangêrek li Şirnexê teqiya: Kesek mir û 2 kes birîndar bûn 2019-08-07 21:43:48     ŞIRNEX – Li navenda Şirnexê tangêrek teqiya, di teqînê de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes birîndar bûn.    Li taxa Bahçelîevler a Navenda Şirnexê li Otoparka Yedîemîn tangêrek parkirî bû teqiya. Di teqînê de Jînda Şan jiyana xwe ji dest da. Îbrahîm Zeyrek û Delîl Şan jî birîndar bûn. Piştî teqînê ekîbên tenduristiyê, agirkujiyê û AFAD’ê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Kesa mirî û her du kesên birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dewletê.    Derbarê sedema teqînê de agahî nehatin bidestxistin û hat zanîn ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.