Altiparmak: DMME dixwaze riya hiqûqa navxweyî dirêj bibe 2017-11-24 12:50:50 AMED – Alîkarê Doç. Dr. Kerem Altiparmak, di Semînera Mafê Mirovan de diyar kir ku piştî OHAL’ê gelek kesan ji Tirkiyeyê serî li DMME’yê dan,  pêk hatine û barê DMME’yê giran bûye û ji bo DMME xwe ji bin vî barî rizgar bike dirêjkirina hiqûqî navxweyî xwestiye.  Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê bi beşdariya Alîkarê Doç. Dr. Kerem Altiparmak têkildarî serlêdanên takekesî ya Destûra Bingehîn (AYM) ku bi bandor bikar bînin û pêvajoya nû ya serlêdana DMME’yê Semînera Mafê Mirovan li dar xist. Semîner li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a Şaxa ÎHD’ê pêk hat û Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî, parêzerên Baroya Amedê û xwendekarên fakûlteya hiqûqê tevlê bûn. Di semînerê de Altiparmak axivî û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku di demên dawî de dide renxe kir.    ‘DMME RIYA HIQÛQA NAVXWEYÎ DIRÊJ DIKE’    Altiparmak diyar kir ku ji Tirkiyeyê gelek serlêdan ji bo DMME’yê pêk hatine û der barê pêvajoya serlêdanên DMME’yê de agahî dan. Altiparmak destnîşan kir ku DMME asta herî dawî ya darizandinê ye û got: “DMME mafê darizandina Tirkiyeyê qebûl kiriye. Bi destpêka serlêdanên ji Tirkiyeyê diçin DMME’yê kar û barên dadgehê giran dibe. Ji vir şûn ve DMME’yê pêdivî çûyîna reformekê dît. Du riyên kirinên vê yekê hene. Ya dê binpêkirinan ji holê rakira ya jî dê serlêdanan hatin pêşiya wê asteng bikira. A ewil ceribandin lê nikaribûn binpêkirinan ji holê rakin. Bi ser neket. Riya hiqûqa navxweyî gelek dirêj girt.”    ‘DIVÊ DMME BUROYAÊN SERLÊDANÊ VEBIKE’    Altiparmak da zanîn ku DMME di rewşa îro de ji nirxandina dozên îxracên li Tirkiyêyê çêbûn direve û wiha dewam kir: “DMME’yê îro 27 hezar û 500 serlêdanan bi riya hiqûqa navxweyî ku bi hinceta nikaribûn xelas bikin red kir. DMME dizane ku dê ev dosye 10 salên din şûn ve dîsa bên pêşiya wan red dike. Ev kar kêrî tiştekî nayê. DMME riya serlêdanên mirovan baş nizane. Divê buroyên DMME’ê yên têkildarî serlêdanan bên avakirin. DMME beriya bi serê xwe biryar bigire bi saziyên daraza Tirkiyeyê re bazariyê kir. Di demên dawî de Dadgeha Bbilind biryarên li ji bo xala 141’emîn a Qanûna Dadgeha Cezayê dide delîlê vê yekê ye.”    ‘AZADIYA RAMANÊ JI HOLÊ RADIKE’    Altiparmak biryara AYM’ê ya der barê Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim da jî ku da bibîr xist û got: “Ev biryara şaş a AYM’ê azadiya ramanê ji holê radike.”    Altiparmak got ku wan ji bo akademîsyenên aştî xwestin jî serî li DMME’yê dane û lê bêyî ku hincet nîşanî serlêdanê bidin red kiriye.    Piştî axaftina Altiparmak, semîner ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.