Serokê PSAKD’ê: Dixwazin Elewiyan koç bikin 2017-11-24 12:49:39 ENQERE - Serokê Giştî yê PSAKD’ê Ganî Kaplan, bertek nîşanî îşaretkirina malên Elewiyan ên li Meletiyê da û wiha got: “Dixwazin Elewiyan koç bikin.” Serokê Giştî yê Komeleya Çanda Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Ganî Kaplan, îşaretkirina malên Elewiyan ên li Taxa Cemal Gursel a Meletiyê nirxand û wiha axivî: “Bi tiştên dikin, armanc dikin ku beşek Suniyên tirk li herêmê bi cih bikin.”    ‘ARMANC KOÇ KIRIN E’   Kaplan, anî ziman ku têkiliya wan bi welatî û saziyên Elewiyên herêmê re hene û wiha got: “Armanc dikin ku Elewiyan koç bikin. Ji bo kurdan jî heman rêbaz bi kar anîn.   Kaplan, da zanîn ku mirovên malên wan hatin îşaretkirin ne endamên tu sazî û partiyan de bû. Kaplan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Van mirovan cihê xwe dinava tu saziyan de nedigirtin. Ji ber vê yekê xwestin wan bitirsînin û wan neçarî koçberiyê bikin. Em hemû jî dizanînin, mirov ji cih û warên wan tên koçber kirin û cihê diçinê mal nabînîn û pirsgirêka debarê dijîn. Mirovên van êşan dijên, bawerî û nasnameyên xwe jî bi demê re ji bîr dikin. Her wiha bi civakê re nabin yek.”    ‘EV BI ATMOSFERA SIYASÎ YA GIŞTÎ RE GIRÊDAYÎ YE’   Kaplan, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ji ber ku rayedar dengê xwe nakin, bûyerên wiha cardin rû didin. Êrîên li ser Elewiyan bi atmosfera siyasî ya giştî re girêdayî ye. Dewlet armanc dike ku Elewiyan bixwe bin bandora xwe. Di hafizeya dewletê de potensiyela talokeya  Elewiyan heye. Dewlet li dijî Elewiyan tim gefan zindî digire û dinava  Elewiyan de bêhizuriyê dixwe rojev. Di arşîv û hafizeya dewletê de bûyerên derbas bûyî hene. Gelek bûyerên ji salên 78’an despêkirin û heya Madîmakê hatin, hene. Ji bo koçber kirina gel îşaretên wiha xêz dikin. Îro li Londra yê nêzî 300 hezar Maraşî hene. Ev mînaka herî mezin e.”   ‘FAÎL HEMAN KESIN’   Kaplan, destnîşan kir ku rayedarên ewlekariyê soz dan ku dê faîlan bibînin û wiha bi dawî kir: “Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Ger faîl neyên girtin, em ê tim dewlet û hezên ewlekariyê yên li wir sûcdar nîşan bidin. Çi balkêşe ku kesên li Semsûrê, Meletiyê û Enqerê malan îşaret dikin, hişên wan ne li serê wane. Bi vî awayî zarokan tînin pêşberî me û dibêjin hişê wan ne li serê wane.”