Çelîk: Li Mêrdînê konseptek zextdar di dewrê de ye 2019-08-07 09:16:33   MÊRDÎN – Parlamenterê HDP’ê Tuma Çelîk da zanîn ku Suleyman Soylu siyasetmedarên HDP’yî yên li Mêrdînê hedef dide nîşandan û got: “Konseptek berfireh a zextan xistine dewrê. Dixwazin bi vê konsepte Mêrdînê bikin bajarek tekîtiyê.”    Li Mêrdînê siyasetmedarên HDP’yî di hedefa zext û operasyonên binçavkirin û girtinê de ne. HDP diyar dike ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu siyasetmedarê wan hedef dide nîşandan. Li ser vê hedef nîşandanê di nava du hefteyên dawî de endam û rêveberên HDP’ê û DBP’ê tên binçavkirin û girtin. Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk bertek nîşanî pêla binçavkirinê ya li dijî siyasetmedarên wan da.    'NAXWAZIN DENGÊN CUDA DERKEVIN HOLÊ’    Çelîk diyar kir ku konsepta binçavkirin û girtinê ya li dijî hevserokê wan bajêr û rêveber û hevşaredarên wan ne nû ye û got: “Siyaseta serdest dixwaze ku partiya me nikaribe bixebite. Siyasetmedarên me di bin zext, êrîş û gefên dijwar de ne. Naxwazin ku HDP dikaribe xwe li ser pêya bigirin. Di esasê xwe de dixwazin li Tirkiyeyê dengên cuda û siyaseta cuda asteng bikin û qût bikin.”    ‘KONSEPTEK BERFIREH DI DEWRÊ DE YE’    Çelîk anî ziman ku li Mêrdînê ji bilî binçavkirin û girtinan rêbazên cuda yên zextdarî jî di dewrê de ne û wiha got: “Mirovan dikare gefa bi çek a AKP’iyan a li dijî hevşaredara me ya Şemrexê Nalan Ozaysin û endamên meclîsê wek mînak nîşan bide. Bicihkirina amûra X-Ray a li ber deriyê şaredariyan jî encama vê konsepta zextdar e. Li gel encûmenê AKP’yî gefan li hevşaredar û encûmenên me dixwe jî, lê dîsa yên tên binçavkirin encûmenên me ne. Yên ku bi bi êrîşan re hevrû dimînin tên lêpirsînkirin û darizandin.”    'DIXWAZIN MÊRDÎNÊ BIKIN BAJAREK TENÊTÎ’    Çelîk zextên li ser siyasetmedarên kurd ên li Mêrdînê bi  du sedeman ve girêda û wiha domand: “Mêrdîn cihek pir çandî, zimanî, bawerî û netew e. Li vî bajarî kurd, ereb, tirk, êzidî, suryanî û mihelmî bi hev re di nava jiyanek hevpar de dijîn. Me vê yekê di siyaseta Mêrdînê de jî xistiye meriyetê. Me hem di rêveberiya bajêr de, hem di parlamenteriyê de hem jî di nava şaredariyê vê jiyana hevpar bicih kiriye. Di esasê xwe de em hemû Tirkiyeyê dikin wek Mêrdînê. Dewlet jî berevajî vê yekê dixwaze taybetmendiya pirbûnê ya Mêrdînê bike tenîtî. Dewlet dixwaze feraseta yekperest a faşîst li vir serwer bike. Êrîş û girtinên dawî tên kirin parçeyek vê konseptê ye. Ji bo em li dijî vê ferasetê derdikevin partiya me û pêkhateyên xwe di hedefa êrîşan de ne. Yek ji sedemên din jî gef û gurên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ne. Soylu partiya me hedef dide nîşandan û dozger û dadger jî berdevkiya wî dikin. Piştî ku Soylu hedef dide nîşandan êrîşên li dijî heval û partiya me jî zêde dibin. Lê wê ev gef, gur û êriş û girtin nikarin xebatê partiya me û hevalên me asteng bikin. Em ê tevî hemû astengiyan jî xebatên xwe yên rêxistinkirinê dewam bikin. Wê gelê me bersiva herî mezin bide van êrîşan.”    MA / Bêrîvan Altan