Cenazeyê Oz a li Cizîrê hat kuştin 21 meh şûnde teslîm kirin 2017-11-24 12:44:15 ŞIRNEX - Cenazeyê Evîn Oz a li navçeya Cizîrê di dorpêça bajar de jiyana xwe ji dest da, 21 meh şûnde teslîmî malbata wê kirin.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'ê adara 2016'an de qedexeya derketina kolanan hatibû îlankirin. Di dorpêça navçeya Cizîrê de Evîn Oz jî tevî dehan welatiyan di jêrzemînê de hat asêkirin, di êrîşa tagn û topan de jiyana xwe ji dest dabû. Malbata ku 3 meh berê fêr bûn keça wan di jêrzemîna avahiyên Cizîrê de jiyana xwe ji dest daye, ji bo teşhîskirina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Cizirê dan. Malbata ku mînaka xwînê dan, piştî mînaka DNA li hev derket û hat teşhîskirin, cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a li Sîlopyayê wergirtin. Malbatê cenazeyê keça xwe Evîn Oz di bin dorpêça polîsan de cenaze wergirtin.    Hat zanîn ku malbat dê cenazeyê keça xwe li Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê defin bikin.