Guven ji Hussein xwest ji bo Mexmûrê bikeve nava hewldanan 2019-08-06 20:14:34 AMED – Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji Seroka Parlamentoya Herêma Kurdistanê Rewas Fayeq Hussein ji bo  pêkanîna danîne ser Kampa Mexmûrê bikeve nava hewldanan.  Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê Colemêrgê Leyla Guven bi telefonê li gel Seroka Parlamenteya Herêma Federe ya Kurdistanê Rewas Fayeq Hussein hevdîtinek pêk anî.    Di hevdîtinê de amboargoya ku Rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ji 17’ê Tîrmehê ve daniye ser Kampa Penaberan a Mexmûrê ku di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye hat axaftin.    Guven ji ber ku Hussein yekemîn Seroka Meclîsa Herêmê ye wê pîroz kir û diyar kir ku wê wezîfeya Hussein a nû ji bo têkoşîna jinên kurd bibe temsîliyetek xurt a siyasetê. Guven serkeftin ji Hussein re xwest.    Guven ji Hussein xwest ku ji bo rakirina ambargo an go pêkanîna li ser Mexmûrê bikeve nava hewldanan û rola xwe bileyîze.    Hussein jî ji Guven re got ew ê têkildarî mijarê bikeve nava hewldanan û heyetek ku bi meseleyê re eleqedar bibe wezîfedar kiriye.