16 penaber li goristana bêkesan hat definkirin 2019-08-06 15:01:32   WAN - Cenazeyê 16 penaberên di encama qeza tirafîqê de li Qelqelî jiyana xwe ji dest dan, li goristana bêkesan hatin definkirin.    Li gundê Erçekê yê navçeya Qelqelî ya Wanê dolmîşa plakeya wê 76 AAC 296 ku koçber bar kiribûn ji kontorlê derket û qulipî bû. Di qezayê de 17 penaberan jiyana xwe ji dest da bûn û 20 penaber jî birîndar bibûn. Cenazeyê 16 penaberên otopsiya wan a li Miduriyeta Şaxa Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Wanê bi dawî bûn, piştî pêvajoya rawestandin qanûnî ya 15 rojan ji ber ku ji aliyê xizmên xwe ve nahtin girtin, li goristina bêkesan hatin defin kirin. Ekîbên Miduriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê cenaze girtin û piştî wecîbeyên olî li Goristina Bêkesan a li Taxa Seyrantepe defin kirin.