Li Peyîzava operasyona leşkerî 2019-08-06 13:27:35   WAN - Hat hînbûn ku li çoltera gelek taxên herêma Nordûz a girêdayî navçeya Peyîzavayê operasyonekê berfireh dest pê kiriye.    Hat hînbûn ku li çoltera taxên Qesîrk, Êrenî, Araz, Aşkan, Axçurû, Govan, Silîlan û Avan ên girêdayî navçeya Peyîzava ya Wanê operasyona leşkerî dest pê kiriye. Operasyonê ku ev 2 rojin berdewa dike, balevî herêmek mezin bûye û helîkopter jî leşkeran li ser giran bi cih dikin. Hat îdîakirin ku li taxa Govan yekîneyên veşartî hatine cihkirin, ev yekîneyên veşartî heya nava gund çûne û agahî kom kirine.     Hat ragihandin ku heya niha tu pevçûn li herêmê rû ne dane.