Di kana komirinê de karkerek mir 2017-11-24 11:51:58 ŞIRNEX - Li navçea Silopiyê di kana komirê de dema komir derdixistin, maşîneya kar wergeriya û karkerê makîneyê operator Ferhat Kayaalp di bin makîneyê de ma û jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Silopiyê ya Şirnexê li gundê Hesena yê li qontarên Çiyayê Cûdî komir tê derxistin. Karker Ferhat Kayaalp operatorê makîneya kar dikir û di qezayê de jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku dema Kayaalp komira hatibû derxistin bar dikir, makîneya kar wergeriya ye û di binê makînê de jiyana xwe ji dest da.