Otobusa rêwiyan û maşîneyeke kar li hev qelibîn: 5 kes birîndar bûn 2019-08-06 11:11:20   AMED - Li navçeya Rêzan, otobusa rêwiyan û maşîneyeke kar li hev qelibîn û qezaya trrafîqê pêk hat. Di encama qezayê de 5 kes birîndar bûn.     Li kolana Emekê ya navçeya Rêzan, di saetên serê sibehê de otobusa rêwiyan a bi pîlaqeya 21 H 0074 ku ji aliyê Mûrat Guneş ve dihat ajotin û maşîneyeke kar a ku ji aliyê Ahmet Şih ve dihat ajotin li hev qelibîn û qezaya trrafîqê pêk hat. Di encama qezayê de 5 rêwiyên di otobusê de birîndar bûn. Birîndar piştî mudaxaleyên destpêkê yên cihê bûyerê, bi ambûlansan sewqî nexweşxaneyên bajar hatin kirin. Hat ragihandin ku rewşa birîndarên ku li beşên lezgîn ên nexweşxaneyan tên tedawîkirin baş e.