Li Nisêbînê endamê meclisa şaredariyê yê HDP'î hat binçavkirin 2019-08-06 11:05:06 MÊRDÎN - Endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ya HDP'î Samiye Demîr hat binçavkirin.    Li navçeya Nisebîn a Merdînê, Endama Meclisa Şaredariya Nisêbînê ya HDP'î Samiye Demîr ku duh ji bo îfadedayînê çû Miduriyeta Polisan a Nisêbînê, hat binçavkirin. Demîr ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de derbarê de wî biryara binçavkirinê hatibû dayîn, li Miduriyeta Polisan a Nisêbînê tê girtin. Tê payîn ku îro îfadeyên Demîr li dozgeriyê bên girtin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de heta niha 8 siyasetmedarên kurd hatine binçavkirin û 4 jê jî hatine girtin.