Yolerî: Divê ji bo koçberan xeta têkoşînê ya navneteweyî bê avakirin 2019-08-06 09:33:07   STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, diyar kir ku dewlet koçberên Sûriye li hemberî hev wekî gefan bikar tînin û wiha got: "Divê parazvanên mafên mirovan û hemû kesên ku van polîtîkayên li dijî koçberan şaş dibînin li dijî dewletên xwe û qada navneteweyî tekoşînê xurt bike û ji bo koçberan xeta têkoşînê ava bike."    Piştî DAIŞ ket Sûriye û şerê navxweyî li Sûriye dest pê kir, nêzî 4 milyon welatiyên Sûriye ji şer reviyan û koçî Tirkiye kirin. Gelek caran Serokomar û Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan koçberên Sûri yên li welatê xwe li dijî welatên Ewropa wekî gef bikar anî û gef li welatên Ewropa xwar. Herî dawî piştî hilbijartin bidawî bûn û îktîdara AKP-MHP'ê winda kir, niha hewl didin ku penaberên Sûriye yên li Tirkiye dersînor bikin. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu got emê nêzî 80 hezar koçberên qeyda wan tune ji Tirkiye dersinor bikin. Waliyê Stenbolê jî ji bo penaberên Sûriye got "Heta 20'ê Tebaxê divê yên qeyda wan tune Stenbolê terk bikin" û gef li wan xwar. Dîsa bi deh hezaran penaberên Sûriyeyî li Tirkiye di nava şertên herî giran de kar dikin û bi keda herî erzan dixebitin. Li gorî Rapora Meclisa ÎSÎG'ê di nava 7 mehan de 70 karkerên penaber li Tirkiye bûn qurbana cînayetên kar.    Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, têkildarî rewşa koçberan û polîtîkayên dewletan ên li hemberî koçberan axivî. Yolerî, diyar kir ku dewlet koçberên Sûriye li hemberî hev wekî gefan bikar tînin û wiha got: "Divê parazvanên mafên mirovan û hemû kesên ku van polîtîkayên li dijî koçberan şaş dibînin li dijî dewletên xwe û qada navneteweyî tekoşînê xurt bike û ji bo koçberan xeta têkoşînê ava bike. "    Yolerî, destnîşan kir ku Tirkiye di operasyonên dersînor de koçberan wekî keys û amûr bikar tîne û wiha got: “Tirkiye penaber û koçberan dike mijara bazarê. Divê em li hemberî van polîtîkayên li dijî koçberan helwestekê nîşan bidin. Divê em vê têkoşînê tenê bi Tirkiye sînordar nekin. Sînorkirina bi Tirkiye şaş e. Divê em aliyê têkoşînê yê navneteweyî jî pêş bixin. Divê parazvanên mafên mirovan û hemû kesên li dijî van polîtîkayan li dijî dewletên xwe û mekanîzmayên navneteweyî têkoşînê pêş bixe û xeta têkoşînê ya navneteweyî ava bike. Tirkiye tenê kesên ku ji ewropa tên wekî penaber nas dike û statuyê dide wan. Ev yek şaş e. Tirkiye dixwaze penaberan bişîne ewropayê û wekî ewropa bi ewle ye bide nîşan. Ewropa jî ji bo rê li pêş penaberan bigire û penaber neçin welatê wan, dixwaze penaberan li Tirkiye bidin rawestandin. Ji ber vê yekê Ewropa û Tirkiye di navbera xwe de peymanên duyemîn û veşarî îmze dikin."    KOÇBERAN DIKIN MIJARA BAZARÊ   Yollerî, anî ziman ku Tirkiye û welatên din penaberan dikin mijara bazarê û wiha lê zêde kir: "Ev mijar ne tenê bi polîtîkayên Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Hemû welatên cîhanê eleqeder dike. Dewlet koçberan di nava xwe de dikin wekî amûrê gefan û bazarê. Ewil ji Koçberên Sûriyeyê re gotin 'Ew mêvanên me ne.' Piştî pirsgirêk derketin holê. ‘Ew mêvanên me ne, divê ew bi tişta me da wan qayil bin.' Herî dawî kirin mijara bazara siyasî. Bi hestên wan lîstin. Koçber şaş araste kirin. Herî zêde bi Almanya re kirin mijara bazarê. Ew arasteyî sînorê Edîrneyê kirin. Koçberan got 'Rayedarên dewletê me teşwîk dikin' Derî venedikirin tenê jibo mijara bazarê ew şandin wir. Bi hestên wan û rûmeta wan listin. Ev nêzîkatiya Tirkiye neyînî ye."    DI OPERASYONAN DE DIKIN AMÛR    Yollerî, destnişan kir ku Tirkiye dîsa di operasyonên dersînor de koçberan wekî amûr bikar tîne û wiha pêde çû: "Operasyonên Tirkiye yên dersînor ne nû ne. Dema dikevin nava krîza siyasî serî li operasyonên eskerî dide. Dema dixwazin li dijî Rojava operasyonên eskerî pêk bîne jî dîsa koçberan wekî amûr bikar tîne. Îro dîsa penaberên Sûriye wekî amûrek mezin di destê xwe de digire. Ji bo 30 kilometre 'Herêma Ewle' ya dixwaze li sînorê Rojava ava bike dîsa koçberan li dijî DYA wekî amûr bikar tîne.   DIVÊ TÊKOŞÎN DI ASTA NAVNETEWEYÎ DE BE    Yollerî herî dawî xwest ji bo van polîtîkayên Tirkiye yên li ser koçberan xeta têkoşîna navneteweyî bê avakirin û wiha bi dnawî kir: "Tirkiye hêj Kurdan ji bo xwe wekî gef dibîne. Ji ber vê yekê koçberên Sûriye di nava axa xwe de digire. Pergala ku li Rojava hatiye avakirin ji bo hemû cîhanê bûye hevîyek û minak. Hemû mirov bawer dikin ku wê rêveberiyek demokratîktir be. Pergala Rojava nîşan da ku ji bo mirovahiyê bêtir pergalek jiyanî û demokratîk e. Têkoşîna Kurdan a li dijî DAIŞ'ê ji aliyê cîhanê ve tê dîtin. Tirkiye ji bo rê li pêş destkeftiyên Kurdan bigire koçberên Sûriye wekî amûr bikar tîne. Divê parazvanên mafên mirovan û hemû kesên ku van polîtîkayên li dijî koçberan şaş dibînin li dijî dewletên xwe û qada navneteweyî tekoşînê xurt bike û ji bo koçberan xeta têkoşînê ava bike. Tivê em vê têkoşînê tenê li Tirkiye bi sînor nekin. Neteweyên Yekbûyî peymanên xwe û rêgezên xwe binpê dike. Divê em  rê li pêş vê yekê bigirin."    MA / Nacî Kaya