Cenazeyê şivanê xeniqî hat dîtin 2019-08-06 09:28:23   WAN - Cenazeyê Şivan Tarkan Gurbuz ku ji bo hênikbûnê ketibû Bendava Koçkopru ya Erdîşê û qeniqîbû, hat dîtin.    Li taxa Keklîksirtê ya navçeya Erdîşê ya Wanê şivan Tarkan Gurbuz (18) ji bo ku xwe hênik bike ketibû Bendava Koçkopruyê û têde xeniqîbû. Gurbuz di heriya di bin avê de asê mabû û ji hevalên xwe piştgirî xwestibû. Hevalên Gurbuz jî ji ber ku di heriyê de çibûn xwarê neribûn xwe nêzî Gurbuz bikin û ew rizgar bikin. Li ser vê yekê hevalên Gurbuz agahî dabûn malbata wî. Piştî xebatên 2 saetan cenazeyê Gurbuz hat dîtin û ji bo otopsiyê rakirinNexweşxaneya Dewletê ya Erdîşê.