Li Amedê kesek hat kuştin û 3 hatin binçavkirin 2017-11-24 11:34:53 AMED - Li gundê Hucetî yê navçeya Çinarê, di avêtina ser malekê de kesê bi navê Cebaraîl Karçî hat kuştin. Walîtiya Amedê, îdîa kir ku ji ber Karçi “Guh nedaye hişyarkirinê û ranewestiyaye" hatiye kuştin. Li gundê Hucetî yê navçeya Çinar a Amedê di 23’ê Mijdarê, di ser de girtina malekê de, leşkaran gule  li Cebraîl Karçi yê di malê de reşand û kuşt. Waliyê Amedê têkildarî bûyerê daxuyanî da û diyar kir ku li ser îxbarekê, operasyon li dar xistin û îdîa kir ku “Cebraîl Karçî yê PKK’î ji ber hişyariya raweste guhdar nekir” kuştine. Di heman daxuyaniyê de hat gotin ku di operasyonê de 3 kes jî hatin binçavkirin.