Kanar: Neberdana girtiyên kurd û çepgir cotstandî ye 2019-08-06 09:20:33   STENBOL – Parêzer Ercan Kanar da zanîn ku li gel biryara DMME’yê û AYM’ê nebardana mexdûrên DGM’ê yên kurd û çepgir cotstandiye û got: “Dadgehên Cezayên Giran mîna Dadgeha Engîzîsyonê tevger dikin. Divê ji vê re bêdengî neyê mayîn.”    Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo mexdûrên Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) biryarên ji bo binpêkirina maf pêk hatiye ji nûve bên darizandin da. Tevî ev biryar hatiye dayîn jî girtiyên kurd û çepgir nayên berdan. Lê gelek girtiyên Hîzbullahê ji heman biryarê sûd wergirtin û hemû hatin berdan. Neberdana girtiyên kurd û çepgir rê li ber nîqaşan vekir.    Parêzer Ercan Kanar nebardana girtiyên kurd û çepgir wek “cotstandiyê” nirxand û got: “Dadgehên Cezayê Giran adeta li dijî muxalîfên çepgir û kurdan pêkanîna Dadgeha Engîzîsyonê pêk tîne. Pêwîste li hember vê yekê bêdeng neyê mayîn.”    ‘LI DIJÎ PÊKANÎNA COTSANDIYA DARAZÊ BÊDENG NEMÎNIN’    Kanar bal kişand ser DGM’ê û got hemû dadgerên eskerî welatiyan didarizandin. Kanar destnîşan kir ku bi hezaran kesên muxalîf û kurd ji ber li DMG’iyan hatin darizandin niha girtî ne û got: “Lazime dadgeh dawî liv ê cotsandiyê bîne. Ev yek li dijî peymana mafê mirovan a Ewrûpayê ye.” Kanar diyar kir ku pêwîste Baroya Stenbolê li dijî pêkanîna cotstandiya darazê bêdeng nemîne û tenê ne li Stenbolê divê hemû sazî û dezgehên hiqûq û maf li dijî cotstandiya darazê derkevin. Kanar got rêgeza wekheviyê ya AYM’ê tê binpêkirin û pêkanîna cotstandiyê dê hestên ji bo edaletê bipelixîne.