Hezar û 500 mexdûrên DGM’ê li benda darizandina ji nûve ne 2019-08-06 09:11:28   AMED – AYM’ê biryara ji nûve darizandinên mexdûrên DGM’ê da. Li girtîgehan nêzî hezar û 500 kes li bendê ye ku ji vî mafî sûd werbigire.    Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) di sala 1998’an de di doza Îbrahîm Încal de ji bo di Dadgehên Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) de dadgerên eskerî hebûne, bi biryara “binpêkirina mafên darizandina adilane” a di xala 6’emîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê (PMME) de cih digre xwest ev binpêkirin ji holê bê rakirin. Gelek girtiyên li DGM’iyên Amed, Wan, Erzirom, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Meletî û Edeneyê hatibûn darizandin serî li DMME’yê dan. DMME li pey hev biryarên bidawîkirina mexdûriyetê bê rakirin da. Trkıiye demek dirêj vê biryarê pêk neanî. Dadgeha Bilind di 2017’an de serlêdana Salîh Tugrul a ji bo Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) qebûl kir. AYM’ê di sala 2018’an de jî serlêdana Abdullah Altun qebûl kir û biryar da ku ji nûve bên darizandin. Piştî biryarê xwest înfaza cezayê ya kesên tên darizandin bê rawestandin. Bi rawestandina înfazê re ewil bi ser 100 girtiyên Hîzbullahê tahliye kir. Ji rêxistinên din heta niha 15 kes hatin berdan. Li gorî hiqûqnasan niha hezar û 500 kesên ji DGM’iyan tên darizandin hene û li benda darizandina ji nûve ne.    Parêzer Mehdî Ozdemîr darizandina ji nûve ji ajansa me re nirxand û diyar kir ku DMME’yê darizandina li DMG’yê adilane nedîtiye û xwestiye darizandin ji nûve pêk werin.    DI DARIZANDINÊ DE SERERASTKIRINA OCALAN    Ozdemîr da zanîn ku cara ewil di sala 1998’an de Tirkiye ji bo biryara DMME’yê derbarê doza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ku biryara binpêkirinê da neavêtiye û ji ber doza Ocalan a di 29’ê hezîrana 1999’an de bi dawî bû û ji bo Ocalan ji vî mafî sûd wernegire hikumeta Tirkiyeyê di 4’ê sibata 2003’an de yasaya jimara 4793 derxistiye û biryarên binpêkirinê yên DMME’yê yên beriya 2003’an hilnedaye hundirê xwe. Ozdemîr da zanîn ku lazime hiqûq û edalet ji bo her kesî wekhev pêk were û tenê ne ji bo girtiyên rêxistnekê. Ozdemîr got hin serlêdan tên redkirin. Ozdemîr diyar kir ku pêwîste biryara DMME’yê ji bo hemû mexdûran emsal be.    MA / Aydin Atay