8 kes li Bursayê û 14 kes ji li Enqerê hatin binçavkirin 2017-11-24 11:30:32 ENQERE/BURSA - Li Bursa û Enqereyê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin.   Polîsan li Bursayê serê sibê di ser malan de girtin 5 jê jin, 8 kes binçav kirin. 8 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûryeta Polîsan a Bursayê.    Navên kesên hatin binçavkirin wiha ne: Hevseroka HDP’ê ya Gemlîkê Leyla Metîn, Rêveberên HDP’a navçeyê Naîme Oktay, Rojda Kocaman, Ronîda Yildirak, Dîlan Aladag, Serhat Soybaş, Cem Kaya û xwendekarê binavê Yakup ku paşnavê wî nehat zanîn e.    XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ENQERÊ BINÇAVKIRIN   Li Enqerê jî polîsan serê sibê ser malên xwendekarên Zanîngeha Enqerê (AU) de girtin û xwendekarên mezun bûyîn, kirin binçavan. Piştî konral tenduristiyê xwendekar birin Midûryeta Polîsan a Enqerê. Operasyon hîna jî didome.    Navên kesên hatin binçavkirin wihane: “Alîcan Sut, Îlkyaz Gençdal, Yusuf Şîrîn, Mehmet Salîm Ozer, Ozgur Yaldiz, Vedat Pekgenç, Hakan Cîn, Ahmet Tîrêj Kaya, Cemîl Aksoy, Hebat Karayilan, Şerafettîn Mete, Alîcan Çelîk, Ulaşcan Olgunsoy, Ferhat Erdînç Kaygusuz."