Şivanê ket ava bendavê winda bû 2019-08-05 21:31:11 WAN – Li Erdîşê şivanê bi navê Tarkan Gurbuz li Bendava Koçkopru ket avê û fetisî. Li taxa Keklîksirti ya bi ser navçeya Erdîşê ya Wanê ve şivanê bi navê Tarkan Gurbuz ê 18 salî ji bo avjeniyêbike ket ava Bendava Koçkopru. Malbata Gurbuz ragihand ku saet li derdora 16.30’an ketiye avê û ji wê demê ve wî nabînin. Malbatê got ji bo zarokê wan bê dîtin ji ekîbên AFAD’ê û saziyên din alîkarî xwestine û malbatê angaşt kir ku tevî vê yekê jî heta niha alîkarî nedane wan.