6 HDP'î li Panosê şandin girtîgehê 2019-08-05 18:15:29 AGIRÎ - 7 endam û rêveberên HDP'ê yên di 2'ê tebaxê de li Navçeya Panosê hatibûn binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin. Ji 7 HDP'iyan 1 jê hat berdan û 6 HDP'î hatin girtin û şandin girtîgehê. Li Navçeya Panosê ya Agiriyê polîsan di 2'ê tebaxê de bi ser gelek malbatan de girtibûn û di navde endamên Meclîsa Şaredariyê yên HDP’î Mehmet Şahin Savcî û rêvberên HDP'ê yên Panosê Orhan Tutak, Omer Yavuz, Fatîh Dilmaç, Musa Uygar, Melek Kartal û Mehmet Emin Savci binçavkirinbûn. Piştî lêpirsîna li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî îfadeya 7 HDP'îyan girt, bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeha Sulh Ceza kir. Heyeta Dadgeha Sulh Ceza jî piştî li ifadeya 7 HDP'iyan guhdar kir, der barê Mehmet Şahin Savci, Orhan Tutak, Omer Yavuz, Fatih Dilmaç, Musa Uygar û Melek Kartal de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Mehmet Emin Savci jî bi şertê kontrola edlî serbest berda.    6 HDP'î şandin Girtîgeha Patnosê.