10 rojin cenazeyê 3 HPG’iyan nadin malbatên wan 2019-08-05 17:03:52   BEDLÎS - 10 rojin cenazeyên 3’ê HPG’iyên di encama êrîşa balafirên şer de li çolterê gundê Cangiza ya girêdayî navçeya Tetwanê jiyana xwe ji dest dan, nadin malbatan.    Ev 10 rojin cenazeyên 3 endamên HPG’ê Ayşe Başaran (Amara Hîwroj), Bahar Acar (Dorşîn Rûbar û Ecet Akay (Xelîl Çiyazan ên di encama êrîşa balafirên şer ên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a di 27’ê Tîrmehê de, li çoltera gundê Cangiza ya girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê pêk hat de, jiyana xwe ji dest dan, nadin malbatan.    Ji bo girtina cenazeyan ji malbatan mînaka xwînê girtin.