Li Bagokê teqîn: 3 leşker birîndar bûn 2019-08-05 15:58:52   MÊRDÎN - Li Çiyayê Bagokê ku bi rojan e operasyona leşkerê lê didiome teqînek pêk hat û 3 leşker birîndar bûn.   Operasyona leşkerî ku ji 2'ê mehê ve li bejahiya Çiyayê Bagokê yê navçeya Nisêbînê ya Merdînê hatiye destpêkirin, didome. Herêma operasyonê ku leşkerekî lê jiyana xwe ji dest da û 4 leşker jî birîndar bûn, hê jî şer didome. Li bejahiya gundê Qirabê Alê  ku dikeve qada operasyonê, dema derbasbûna maşîneya leşkerî teqînek pêk hat. Di teqînê de 3 leşker birîndar bûn. Leşkerên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê û ji vir jî sewqî Amedê kirin. Her wiha şewata ku li herêma operasyonê derketiye jî hê didome.