Suryaniyên vegeriyan gundê xwe: Zeviyên me bidin me 2017-11-24 11:03:05 MÊRDÎN - Suryaniyên bi darê zorê di salên 80’yî de ji gundê Arbo ya Nisêbînê koç kirin, cardin vegeriyan gundê xwe û zeviyên xwe yên dewrî xêzîneyên hatin kirin paşve xwestin.  Komîsyona Parvekirin û Dewirkirin û Jiholêrakirinê ya Walîtiya Mêrdînê, gelek dêr, keşîşxane, gorîstan û mulkên Suryaniyan dewrî Wezareta Karê Saziya Olî kirin. Lê li ser bertekan biryar hat betalkirin û li ser xezîneyê hat tescîlkirin. Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu, di rojên borî de têkildarî biryara navendên îbadetê yên bi hezaran sal axivî û diyar kir ku “di encama nebaldariyê de” tapuya goristana aydê Keşîşxaneya Mor Gabrîel dewrî xezîneyê hatiye kirin, lê car din dê bê îadekirin.    DIXWAZIN ARAZIYAN CAR DIN ÎADE BIKIN    Suryarniyên dibêjin tenê îade kirin têre nake, xwestin gund û araziyên wan ên dewrî xezîneyê hatin  kirin îdade bikin. Gundê Arbo yê Suryaniyan ku girêdayî Çiyayê Bagok ê navçeya Nisêbîna Mêrdînê yê yek ji gundane. Gundê Arbo ku bi dehan malên wê hene, di dawiya 1980’î de ji ber pevçûn û êrîşên heyî tê valekirin.    DI NAVA HEVKARIYÊ DE GUNDÊ XWE AVA DIKIN    Xwediyên mulkan ji bajarên Ewropayê vegeriyan, mal û dêrên gund ên hatîn wêrankirin ji nû ve avakirin. Suryaniyên vegeriyan gund û nêzî 10 malan ji nû ve  avkirin, ji ber pêvajoya şer û pevçûnan paşve vegeriyan. Bi armanca malên hatin nûkirin cardin neyên wêrankirin, bi awaykê dorveger li gund dimînin. Her wiha ceyran, av, park û baxçeyê gun de bêyî ku ji kesekê alîkarî bigirin, bi derfetên xwe çêkirin. Li gund niha 2 Suryanî dimîn in û avakirina cihê îbadetê didome. Suryaniyan, diyar kir ku gelek araziyên wan di sala 2008’an de tapu kadastro dewrê xezîneyê kirine û li ser navê hin kesên wan nas nakin, hatine qeydkirin.  Suryaniyên araziyên xwe paşve dixwazin, pêvajoya zor û zehmet a jiyayîn vegutin.    ‘ 2 SALIN SERLÊDANA ME BI ENCAM NEBÛ’   Yako Sarişin ê di mala xwe ya 2 qat a li gund dijî, diyar kir ku bi salan  ew li ben da rojek wiha bûn û wiha axivî: “Hêjmara li gund tim tê guhertin. Em dixwazin hemû bawerî bi hevre dinava aştiyê bijîn. Gelek zeviyên me dewrî xezîneyê hatine kirin. Berî 2 salan me  serlêdan kir, lê hîna bi encam nebûye. Araziyên me li ser kesên em wan nas nakin hatine qeydkirin. Em dixwazin araziyên me bidin me.”   ‘JI ME RE DIBÊJIN VEGERIN GUNDÊ XWE LÊ...   Sarişin, anî ziman ku gundên derdorê jî ji wan re dibêjin vegerîn gundên xwe û wiha got: “Dibêjin vegerin gundên xwe, lê nabin alîkar. Tim me rehetsiz dikin. Sala borî şewat çêbû û hemû rezên me bûn xelî. Ji ser zirara heyî me serlêdan kir, lê tu encam derneket. Gelek jê darên fêkiyan bûn.”   Sarişin, da zanîn ku rêyên gund xerabin û wiha bi dawî kir: “Me gelek caran serî li şaredariyê da, lê hîna jî tu bersiv nedane. Em hemû pêdiviyên xwe bi xwe pêşwazî dikin. Dema baran dibare jî bi rojan em bê ceyran dimîn in.”   ‘ARAZIYÊN ME DI DESTÊN XEZÎNE DENE’   Îbrahîm Dîrî jî, diyar kir ku zeviyên ku bi salan wan çandinî lê kir, niha di destên xezînê dene û wiha got: “Bi navbeynkariya parêzeran berî çend rojan me doz vekir. Em nizanin çiqas araziyên me ewrî xezîneyê hatine kirin. Bi salane çandinî li zeviyên me nayên kirin. Hemû dar hatine birîn û tune kirin. Em nû nû zeviyên xwe diçînin.  Em dixwazin araziyên me paş ve bidin me.”    MA / Gokhan Altay