Bi kincên herêmî tevlî civînê bûn 2019-08-05 15:18:25 AMED - Endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê bi kincên herêmî tevlî civîna meslisa şaredariya bûn.    Endamên Meclisa Şaredariya Yenîşehîrê, civîna meclisa şaredariyê ya meha Tebaxê bi şîara "Em çanda xwe bidin jiyîn" li dar xistin. Hevşareddar Belgîn Dîken û Mehmet Devîran û endamên meclisê bi kincên xwe yên herêmî tevlî civîna meclisê ya li avahiya şaredariyê bûn. Endamê Meclisê Têkoşîn Tekîn têkildarî mijarê axivî û ev tişt anî ziman: "Ne tenê di rojên taybet de di jiyana rojane de jî lixwekirina kincên herêmî ji bo jiyandina çandê girîng in. Di pêvajoyeke ku pergal çand û motîfên me modernîze dike û pê bazariyê dike, nexwedîderketina me ya kincên herêmî kêmasiyeke. Di dema qeyûm de bi awayekî sîstmatîk li dijî çand, ziman û hunera me êrîş pêk hatiye. malên çandê, ziman û jinan girtin. Ji bo temîrkirina texrîbatên qeyûm em bi gelê xwe re xebatên xwe dimeşînin. Dê ji niha şûn ve çalakiyên me yen ji bo jiyandina çandê hebin."