Şaredariyê û Odeya Esnafan a Kanîreşê deriyê 18 esnafan mohr kir 2019-08-05 14:41:54 ÇEWLÎK - Esnafên ocaxên çayê yên Navçeya Kanîreşê ya Çewlikê bi hevre biryar girtin ku îskana çayê 25 kuriş zem bikin û bi 1 lîra bifiroşin. Li ser vê yekê Şaredariya Kanîreşê û Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Kanîreşê jî li dijî vê biryar girt 18 esnafên ocaxên çayê ku 25 kiruş zem kir mohr kir û kilît li deriyê wan xist.    Li Navçeya Kanîreşê ya Çewlikê esnafên Ocaxên Çayê bi hevre biryar girtin ku serê îskana çayê 25 kuriş zem bike û îskana çayê bi 1 lîra bifiroşin. Li ser vê yekê Şaredariya Kanîreşê û Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Kanîreşê jî li dijî vê biryar girt 18 esnafên ocaxên çayê ku 25 kiruş zem kir mohr kir û kilît li deriyê wan xist. Piştî esnafan biryar kir ku buhayê îskana çayê ji 75 kurişî derxe 1 tl, Odeya Esnafan û Şaredariyê li dijî vê yekê biryar girt û kilît li deriyê 18 esnafên ocaxên çayê xist.   Li navçeya ku Odeya Esnafan û Şaredariyê zema çayê qedexe kir, li Ocaxa Çayê ya Ciwanan a 15 Temmuzê ku ya birayê şaredar e û  li Ovapark a AVM'ê îskana çayê bi 1 lira tê firotin.