Îdîaya li Girtîgeha Xerpetê girtî derb kirin 2019-08-05 13:22:08 AMED - Hat îdîakirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xerpetê gardiyen ketina qawîşan û girtî derb kirine. Hat îdîakirin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 a Xerpetê, gardiyan duh ketine odeyan û 15 girtî derb kirin. Derbarê hinceta bûyerê de tu agahî nehatin bi dest xistin. Girtiyên ku îro bi telefonê li malbatên xwe geriyan, diyar kirin ku gardiyenên girtîgehê roja Yekşemê saet 16.00’an bi ser qawişan de girtine û nêzî du saetan ew derb kirine, heqaret li wan kirin û bi awayekê tund li wan xistine. Girtiyan, dan zanîn ku gardiyenan 15 hevalên wan derb kirine û hevalê wan Medenî Kiye di êrîşê de bi giranî birîndar bûye û ji ser hişê xwe çûye. Girtiyan dest nîşan kirin ku hevalê wan Kiye niha di wê rewşê de li girtîgehê tê girtin û na rakin nexweşxanê.    ‘EM BI FIKARIN’   Birayê Mûstafa Geylanî yê girtî Fahîr Geylanî, diyar kir ku berê jî heman bûyer qewimîbûn û got: “Me derbarê midur û gardiyenên girtîgehê de daxwazname dan, lê bi  tu awayî me encam negirt. Ez ji bo birayê xwe û hevalên wî bi fikarim û gumanên me nene.”    ÎDAREYA GIRTÎGEHÊ: HÛN VAN AGAIYAN JI KU DERÊ DIGIRIN?   Xwişka Medenî Kiye Hatice Kiye ya ku bûyerê dibihîze li girtîgehê digere, lê îdareya girtîgehê ev bersivê dide: “Hûn van agahiyan ji ku derê digirin. Agahiyeke me ya wisan tuneye. Em nikarin derbarê girtiyan de agahî bidin. Ji derveyî erka me ye.”    Hat bibîr xistin ku Medenî Kiye di demên derbas bûyî de, ji ber ku krîza dil derbas dike, wî ji hucreyê derdixin û li qawîşê bi cih dikin.