Li Aydinê cotkarekî întîxar kir 2019-08-05 13:19:12   AYDIN - Li navçeya Efelerê Suleyman Şahîn ku bi karê cotkariyê re mijûl dibû, ji ber xîzaniyê întîxar kir û dawî li jiyana xwe anî.   Li taxa Çeşetepe ya navçeya Efelerê ya Aydinê cotkarê bi navê Suleyman Şahîn (60), li axura mala bi çekê întîxar kir û dawî li jiyana xwe anî. Li gorî agahiyên ku ji xizmên wî hatin wergirtin, Şahîn ji ber krîza aboriyê gelek zehmetî kişandiye û derûniya wî xera bûye û ji ber vê xizaniyê dawî li jiyana xwe aniye. Cenazeyê Şahîn ji aliyê xizmên wî ve hat dîtin û piştî lêkmolîna dozger a li cihê bûyerê ji bo otopsiyê rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Aydinê.